Bêhzad Edwayî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hate azadkirin

17:03 - 15 Adar 2021

Roja Yekşemî 24`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Bêhzad Edwayî”, xelkê gundê “Silên” yê ser bi bajarê Sewlava, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hate azadkirin.

Ew welatiye, roja Şemî 23`ê Reşeme, piştî bi dawîhatina heyama lipêrsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Hêzên ewlehî roja Sêşemî 5`ê Reşeme, navbirî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kiribûn.