Behmen Qubadî: Sînemakar divê bo dil û hundorê xwe Fîlman çekin

15:04 - 4 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Behmen Qubadî li ser bandore Sînemayê û erkê Sînemakar û her wisa remza serkevtina Xwendekarên para Sînemayê li zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê komcivînek pêk anî.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa nûçegihaniya Kurdpa: Behmen Qubadî derhênerê naskirî ê Kurd li Kolêja Hunerên bedev a zanîngeha Selahedîn bi amadebûna hejimarek ji karbidest û her wisa Mamostayên para Sînema û Şanoyê li gel Xwendekar û alîgirên Sinemaya Kurdî civiya.

Derhênerê Kurd li ser xwe amade kirina Xwendekaran jibo karê derhêneriyê ragehand:karê Sînemayê hevcehî bi xwêndin û dîtina Fîlm û her wisa kom kirina ezmûnê heye û dive jibo zanîn li bare Fîlm hilgirtinê de jî ve gelek şarazayî hebe.

Qubadî li dirêjahiya peyvên xwe de got: Xwendekar jibo karê derhêneriya Sînemayê nabe nabe çavnihêrê hikûmetê bin û dibe tenê bi mandî bûna xwe razî bin û bi alîkariya yek din li karê çêkirina Fîlman de Hikûmetekê awa bikin.

di parek din a qisedana xwe de, îşare bi Sînemaya wilatên Ereb,Turk û Îranê kir û got: Sînemaya wan wilatan roj bi rojê ber bi bihêz bûnê diçe,û erkê me jî ewaye ku em jî mil bi mliê wan wilatan ber bi pêş biçin.

Behmen Qubadî remza serkevtina xwe li karê Sînemayê de wisa bas kir: min jibo çêkirina Fîlma “Zemanek jibo Serxweş bûna Hespan”çûme nav kesayetî rastîn ê Fîlman û bi hest kirin bi êş û azarên xelkê,karî Sînemaya rastîn a jîyan wan di naw Fîlman de bihê nîşan dan,her seva vê yekê ye ku karlêkerî li ser bîner dibe.

Sînemakarê Kurd Behmen Qubadî bi alikariya Xwendekarên para Sînema a Zanîngeha Selahedîn, amêrên Sînemayî aFîlma “Dem Sala Kergerden”ê û her wisa berhema xwe a pêşe rojê pêşkêşî para Sînema a Kolêja Hunerên Bedev a zanîngeha Selahedîn kir.