Behmen Qubadî: Bi yekbûn û hevpeymanî nerizaytiyên giştî nîşan bidin û pêşî ji Îdamkirina “Şakir Bêhrûzî” û cîbicîkirina îdamkirinên neyasayî di Îranê de bigirin

17:14 - 15 Çirriya pêşîn 2020

“Behmen Qubadî” Sînemakarê naskirî yê Kurd bi belavkirina postek li ser rûpela xwe ya “Instagram”ê, li derheq cezaya ku bi ser “ Şakir Bêhrûzî” girtiyê sîyasî yê Kurd di girtîgeha Urmiyê de hatî sepandin nerazîtî nîşan da.

Ew sînemakarê naskirî yê Kurd dibêje: “Şakir Bêhrûzî” girtiyê sîyasî yê Kurd ku salek û 9 rojan di odeya takekesî  a girtîgeha Urmiyê de bo îtirafkirina bizorî hatibû ragirtin û di bin Îşkence û givaşekî dijwar de bûye, û bi bê vê ku mafê parêzer hebe ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya rejîma Îranê ve cezaya îdamkirinê bi ser de hatiye sepandin ku ev yeka jî binpêkirina belgeyên navdewletî yên mafê mirov û herwisa peymana navdewletî ya mafê şaristaniyetî û siyasî ye, û her dem îmkana vê yekê heye ku cezaya îdamkirina wî bê cîbcîkirin.

Herwisa “Behmen Qubadî” tekezî kir ku bi yekîtî û hevpêmanetî nerazetiyên giştî nîşan dibin û pêşî ji îdamkirina “Şakir Bêhrûzî” û îdamkirina neyasayî di Îranê de bigirin û bila çiyê din ji wê zêdetir îzin nedin ku bi naheqî canê bira, zarok û ezîzên me bê standin.