Befir û sir canê 3 Kolberên din yê Kurd jê sitand

18:47 - 2 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: 3 Kolberên dine Kurd li dewera Kêle Şîna Şino li sedem befir û sir û bagerê qerisîn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Çarşem, 12ê Befranbar(2ê Kanûna duê-2ê January 2014), 3ê Kolberên Kurd ji xelkê dewera Kêle Şîn, li çiyayên sersînor, li sedem sir û seqem de qerisîne û canê xwe ji dest dane.

Raportêrê Kurdpa li şarê Şino, navê 2 kes ji wan qurbaniyan” Şoriş Temaşaxane, 28 salî, kurê Resûl û yê din jî Tahir Kûçê Baxan” ragihand.

Her wisa li wê qewimiyê de Kolberik din jî ku canê xwe ji dest dabû ku heya niha kesitiya wî bo ajansa Kurdpa eşkere nebûye û termê wan 3 kolberane ji aliyê çi kesê dewerê nehatiye peyda kirin.

Tê gotin, ew Kolbereane bi hegera ba û bagerê rêka xwe enda kirine û li çiyayên Sipî Rêz de li sedem sirê req bûne û canê xwe ji dest dane.

Her wisa li heyva Sermaweza îsal de jî 4 Kolberên din yê Kurd li dewerên ser sînoran de li sedem renî lêdanê canê xwe ji dest dabûn.

Welatiyên serhedê li sedem dahata kêm û deskurtiyê, heya li dema sir û seqemê de jî, bo Kolberî kirinê rû bi dewerên ser sînoran dikin û xêncî hindî ku zor car rûberûyê şêlikiya hêzên milîtarî dibin, li dema ba û bageran de metirsiya sirê birin û qerisîna wan heye.