Bazgeha Qazançî Ya Kirmaşanê De Mobaylê Welatiyên Tê Pişkinînkirin

11:39 - 14 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Zêdeyî heftiyekê ye ku tîmek taybet li ser bazgeh û sê rêya Qazançî ya Kirmaşanê bi awayek tund li nav mobyalên geştyaran de digerin û lêpirsînê ji wan dikin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajanasa Kurdpa li Kirmaşanê, vê girûpê ku bi awayek fermî ragihandiye ser bi çi navendek hikûmetî ye, bi awayek tund mobaylên geştyaran divelokin û zaniyariyên kesî ên wan derdixin û kesên ku jimara derveyî welat hebin hem jimare û hem navê xwedî mobayl tê tomarkirin û pirsyar di vê derbarê de ji xwedî mobaylan tê kirin.

Heyamek beriya niha her li ser vê sê rêyê hêzên Îranê li nav laptopên xwendekaran de digeriyan û lêpirsîn ji wan dikirin.