Bav û kurek Kurd ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatine azadkirin

17:55 - 12 Nîsan 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, du welatiyên Kurd ên bi navên “Îbrahîm Husênî” (bav) û “Selahedîn Husênî” (kur), xelkê gundê “Aliyavê” yê girêdayê bajarê Şinoyê, bi pêbendên elektironîkî ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin.

Ew du girtiyane bi çavdêriya pêbendên elektironîkî ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatine azadkirin.

Pêbenda elektironîkî ya wan du welatiyên Kurd li ser daxwaza taya 1 a “Îcraya Ehkam” a dadgeha Giştî û Şoreş a bajarê Şinoyê û li ser rezamendiya taya 13 a dadgeha Pêdaçûna parêzgeha bajarê Urmiyê bûye.

“Îbrahîm Husênî” roja Pêncşemî 2`ê Banemerê û “Selahedîn Husênî” şeva Çarşemî 1`ê Banemera sala 1400`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Ew du welatiyane piştî dadgehîkirinê ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê, bona cîbicîkirina cezayên wan roja Çarşemî 1`ê Befranbara sala 1400`an, bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibûne veguhastin.

Dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî” ceza dabû û meha Xermanana sala 1400`an “Îbrahîm Husênî” bi 7 sal û 7 meh girtîgeha te`izîrî û “Selahedîn” bi 2 sal girtîgeha te`izîrî, ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê ve hatibûne cezadan.

Piştî nerizayetînîşandana wan du welatiyan bi cezayên xwe, ew cezaye bo dadgeha pêdaçûna bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û di dawiyê de ji aliyê wê dadgehê ve “Îbrahîm Husênî” bi 3 sal girtîgeha ragirtî, hate cezadan.