Bav û kurek ji girtîgeha Urmiyê bo girtîgeha Kamêranê hatine veguhastin

17:01 - 11 Kanûna Paşîn 2022

Nûçegihaniya mafê mirovî ya “Hêrana”yê ragihandiye: “Du girtiyên siyasî ên bi navên Îbrahîm û Salar Sidêqhemedanî ku bav û kur in, bo girtîgeha bajarê Kamêran û Merîwanê hatine veguhastin.

Nûçegihaniya “Hêrana”yê di vê derheqê de nivîsiye: “Ew du girtiyên siyasî bi nîşaneya nerizayetînîşandan li derheq cîbicînekirina esla cudanekirina tawanan, ji roja Duşemî 13ê Befranbarê ve girev girtine”.

Li gor wê çavkaniyê, “Salar” bo girtîgeha bajarê Kamêran û “Îbrahîm” bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatine veguhastin.

“Hêrana” ji zimanê çavkaniyek agehdar belav kiriye ku rewşa tendirustiya “Îbrahîm Sidêqhemedanî” ku nexweşiya “Diyabêt”ê heye, bi sedema girevgirtinê nebaş e.

Herwisa “Salar” li pêwendiyek telefonî bi malbata xwe re ragihandiye ku piraniya kesên girtî li odeyên bikarhênerên madeyên hişber radigirin.

“Îbrahîm” digel Salar û keça xwe a bi navê “Meryem” rêkevta 4ê Reşemeya sala 1397an hatibûne binçavkirin û rêkevta 3ê Banemera sala 1398an bo girtîgeha bajar Urmiyê hatibûne veguhastin û piştire di heman mehê de, Meryem ji girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.

Piştire ew bav û kure ji aliyê taya 2 a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve, her yek ji wan bi tohmeta “hewildan li dijî tenahiya netewî ji rêya endambûn digel saziyên dijberê hikûmetê û çalakiyên piropagendeyî li dijî nizamê” bi 16 sal girtîgeha te`izîrî hatibûne cezadan.

Herwisa ew bav û kure di dosiyek nû de li girtîgehê, bi tohmeta çalakiyên piropagende li dijî nizamê bi 11 meh girtîgeha te`izîrî hatibûne cezadan.