“Bapîre Berze” piştî bi dawîhatina heyama murexesiya wî car din çû bo girtîgehê

12:20 - 12 Kanûna pêşîn 2020

Roja Înê 21ê Sermawezê “Bapîre Berze” girtiyê siyaysî yê Kurd xelkê gundê “Çiyane” piştî bi dawîhatina heyama murexesiya wî  car din çû girtîgeha bajarê Nexedeyê.

Ew girtiyê siyasî roja Yekşemî 20ê Rezberê piştî 8 rojan ku bi vîrûsa Koronayê ketibû îzna murexesiya dermanî bi wî re hatibû danê.

Roja Sêşemî 1ê Rezberê ew welatiyê Kurd bo derbaskirina heyama binçavkirina xwe, xwe bi girtîgeha bajarê Nexedeyê da nasandin.

Meha Gelawêja îsal cezeya girtina wî welatiyê Kurd di taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de li 4 sal bo 2 sal û 6 mahan hatibû kêmkirin.

Kêmkirina cezaya girtina tezîrî a “Bapîre Berze” bi cîbicîkirina pesendkirî ya Meclisa Şêwreya Îslamî li derheq kêmkirina cezaya teizîrî rûdawe û dosiyeya navbirî di taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de bo carekê din hate gengeşekirin.

Pûşpera sala 1398an cezaya 8 meh girtina “Bapîre Berze” li ser şikayeta Wezareta Îtilaatê di taya 1 ya dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Urmiyê bo 4 sal girtinê hate zêdekirin.

Meha Rêbenadana sala 1398an navbirî di taya 102 a dadgeha keyferiya 2 a bajarê Pîranşarê bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partên dijberê hikûmeta Îranê” bi 8 meh girtinê hate cezadan û piştî heyamekê bi danîna barimteya 220 milyon Tumenî bi awayekî demkî hate azadkirin.

Navbirî meha Sermaweza sala 1398an ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtilaata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.