Bapîre Berze ji girtîgeha Nexedeyê bi awayê mercdar hate azadakirin

17:25 - 30 Îlon 2021

Roja Çarşemî 7`ê Rezberê, girtiyê siyasiyê Kurd “Bapîere Berze” yê xelkê gundê “Çiyane” yê ser bi bajarê Pîranşarê, bi awayê mercdar li girtîgeha bajarê Nexedeyê hate azadkirin.

Ew girtiyê siyasî piştî razîbûna taya 1 a cîbecîkirina tawanan li bajarê Pîranşarê, Şêwraya qatbendî ya  girtîgehê û taya 1 a dadgeha pêdaçûnê li bajarê Urmiyê, bi awayeke mercdar hatiye azadkirin.

Roja Şemî 27`ê Xermananê, ew girtiyê siyasî bo veguhastin ji girtîgeha vekirî bo girtîgeha dayxistî, bi nîşana nerizatyê dest avêtibî girêva birçîbûnê lê bi sedema sozên perpirsên girtîgehê dawî bi girêva birçîbûnê anî bû.

Heyamek berî niha, taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê, digel azadiya mercdara wî girtiyê siyasî dijatî kiribû.

Ew girtiyê siyasî piştî razîbûna berpirsên dadweriyê bo girtîgeha vekirî veguhasatin.

Berê taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê, digel daxwaza azadî bi pêbenda elektronîkî ya wî girtiyê siyasî dijatî kiribû.

Ew girtiyê siyasî roja Yekşemî 20 Rezbera 1399an, piştî 8 rojan ku tûşî vîrûsa koronayê bibû îzna murexesiya dermanî bi wî hatibû dan.

Roja Sêşemî 1ê Rezbera 1399an, ew welatiye bo derbaskirina  heyama girtîgeha xwe, xwe bi girtîgeha bajarê Nexedeyê nasand. 

Di Meha Gelawêj a sala 1399an de, cezaya girtîgeha wî welatiyî li taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê ji 4 sal, bi 2 sal û 6 meh girtîgehê hatibû kêm kirin.

Kêmkirina girtîgeha te`izîrî ya “Bapîre Berze” bi cîbecîkirina pesendkiriya meclisa Şêwraya Îslamî ji ber kêmkirina cezaya girtîgeha te`izîrî hatiye kêmkirin û dosyeya navbirî li taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê bo careke din gengeşe li ser kiribûn.

Pûşpera sala 1398an, cezaya 8 meh girtîgeha “Bapîre Berze” li ser şikayeta Wezareta Îtla`atê li taya 1 a dadgeha pêdaçûyîn a bajarê Urmiyê bo 4 sal girtîgehê zêde kirin.

Di meha Rêbendana sala 1398an de navbirî ji aliyê taya 102 a dadgeha keyferî ya bajarê Pîranşarê bi tohmeta “hevkarî digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 8 meh girtîgehê hatibû cezakirin û piştî sepandina wê cezayê, bi danîna barimteya 220 milyon Tumenî bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Navbirî di meha Sermaweza sala 1398an de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpêrsînê bo girtîgeha îtla`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.