Bangkirina zindaniyekî bawermend ji aliyê hikûmeta Îranê ve

14:09 - 24 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî bawermendê olî ê Kurd li zindana Kerec a Îranê bo dozgeriyê hat bangkirin. Ew zindaniyê hatî vexwendin xelkê bajarê Sine li rojhilatê kurdistanê ye ku bi darvekirnê hatiye mehkûm kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, doh duşemî 23’ê şibata 2015’an, Hemîd Ehmedî kurê Hebîbulah zindaniyê mehkûm bi îdam li girtiîgeha Recaî Şehr a Kerc, bo dozgeriyê hat ban kirin.

Bi gotina çavkaniyeke agah a nûçeyan vexwendina wî girtiyê Kurd bo dadgehê malbata wî dilgiran kiriye.

Wê jêderê axaftina xwe domand û got: Careke din jî ew girtiyê bawermend bi Xwedê, bi hinceta “şandin bo dozgeriyê ” bo birêvebirina hukmê darvekirinê, bo dadgehê hatbû gazî kirin.

Heya niha sedema bangkirina wî girtiyê Kurd ê bi bawer nehatiye zelal kirin.

\"24955.jpg\"
Hamîd Ehmedî kurê Hebîbullah zindaniyê bawermend ê mehkûm bi darvekirinê li zindana Kerec a Îranê
Hemîd Ehmedî ligel Cemşîd û Cehangîr Dêhqanî û Kemal Melayî li sala 2009-2010’an, hatibû bin çav kirin û 10 rojan li Sine ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve eşkence jê wan hatibû kirin. piştre di dadgeheke çend deqîqeyî de bê parêzer bi îdamê hatin mehkûm kirin.
Dadgeha şoriş (Înqilab )a Tehranê ew bi tometa derketin(dijayetî) hember Xwedê û têkadana ewlekariya Neteweyî, bi darvekirinê mehkûm kiribûn.

Pêştir, girtiyekî zindana Qizilhesar a Kerecê peyamnêrê Kurdpa re gotibû: Doseya wan 4 zindaniyan kêmanî hene û divê ew dîsa bên darizanidin, lê Dîwana Bilind a Îranê ew yek nepejirand û bo cara dawîn ew bi darvekirinê mehkûm kirin. paşan biriyar hat dayîn hukmê îdamkirinê ji aliyê liqa yekem a dadgeheke qudsî a Tehranê ve birê ve here.

Hemîd Ehmedî, Cemşîd û Cehangîr Dêhqanî û Kemal Melayî ku Hezîrana borî bo darnekirnê ji zindana Recayîşrehtr bo Qizilhesarê hatibûn veguhestin, 39 rojan ketibûn gireva birçîbûn ku piştî careke din biribûn girtîgeha Recayî Şehr û wan dawî bi gireva xwe anî bûn.