Bangkirina çalakvanên siyasî û çandî bo navendên ewlekarî
20:48 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek Çalakvanên Çandî û Siyasî li Riwansera rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta ku ligel partiyên opozisyon ên hikûmeta îslamî ya Îranê peywendî girtine, bi navendên ewlekarî hatine vexwendin û zext li wan hatiye kirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di çend rojên dawî de zêdeyî 10 çalakvanên Siyasî û Çandî li Riwanserê bi navendên ewlekarî yên wî bajarî hatine vexwendin.
Yek ji wan çalakvanên hatî bangkirin li ser vê mijarê ji ajansa kurdpa re ragihand: “Hêzên ser bi navenda ewlekarî zext û givaş li wan kirine û bi wan re gotine ku wan peywendî ligel partiyên kurd ên dijberî hikûmetê girtine.”
Wê çavkaniyê her wiha diyar kir: Fermanberên navenda ewlekarî bi wan re gotine ku li ser torên civakî bi tu awayî nabe li gel partiyên opozisyon ên Îranê re bikevin têkiliyê.
Wî çalakvanê Riwanserî di dawiyê de amaje bi vê yekê jî kir: Îdareya Îstixbarat(Îtilaat) a Riwanserê gef li wan xwariye ku di egera peywendîgirtin ligel partiyên siyasî ên dijberî Îranê, ew dê bi cezayên giran ên qezeyî re rû bi rû bimînin.
Beriya niha jî, navendên ewlekarî ên Urmiye û çend bajarên din, zêdeyî 50 çalakvanên çandî bangkiribûn û lêpirsîn li wan hatibû kirin.
Navendên ewlekarî li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê ji wan çalakvanan xwestibûn ku çalakiyên xwe yên çandî bidin rawestandin.