Banghêjkirina malbata endamên Partiyên Kurdî li bajarê Mehabatê bo îdareya Îtilaatê

16:07 - 27 Çirriya pêşîn 2020

Di rojên derbasbûyî de, îdareya Îtilaata bajarê Mehabatê, Bo heyama çend demjmêran malbata endamên Partiyên Kurdî bo navendên hikûmetî banghêj kirin û lêpirsînê ji wan tê kirin.

Çavkaniyek agehdar bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê ragehandiyê: Îdareya Îtilaata bajarê Mehabadê malbata endamên Partiyên Kurdî banghêj kirine û daxwaz ji wan kirine ku kurên wan yên endamên Partiyên Kurdî ne bizavirînine bo Îranê”

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: Memûrên îdareya Îtilaatê bi wan malbatên ku hatine banghêjkirin re gotine emê hemû xerca çûnûhatina we bo zivirandina kurên we ji situya xwe bigirin.

Ew çavkaniyê di berdewamiyê de gotiye: Îdareya îtilaatê bi wan malbatan re gotiye ku emê zimaneta kurên we bikin ku ji aliyê navendên din yên hikûmetî ve ti pirsgirêkek bo wan çê nebe.

Pêka gotina wê çavkaniyê, armanca navendên Îtilaat û ewlehî yên hikûmeta Îranê afirandina rewşa ewlehî di kurdistanê de ye.