Bang kirina 2 çalakvanên Kurd ji aliyê dozgeriya Tehranê ve
15:05 - 3 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Du çalakvanên mafên mirovan û mafên sivîl ên bajarê Bokan a rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê liqa 3’em a dozgeriya Înqilab(şoriş) a bajarê Tehranê ve, pirs ji wan hatin kirin.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Sêşemî, 30‘ê çileya pêşîn a 2014’an, Riza Şerîfî Bokanî û Seher Seadetî, ji wan du çalakvanên mafên mirovan û mafên sivîlên Kurd ên Bokanî ne ku xwe bi dozgeriay Înqilab a Tehranê dabûn nas kirin.
Ew du çalakvanên Kurd roja 7’ê çileya pêşîn a 2014’an, bi sedema pişikdarî kirin di rêûresma Roja Xwendekar (li prka Lale a Tehram)de,bi tometa “teblîx dij bi sîstemê” û beşdarî kirin ji civîneke nefermî de, hatibûn mehkûm kirin.
Pêştir jî, Riza Şerîfî Bokanî ligel Seher Seadetî, piştevaniya xwe bi girtiyên siyasî ên zindana Urmiyê re îlan kiribûn.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Sêşemî, 30‘ê çileya pêşîn a 2014’an, Riza Şerîfî Bokanî û Seher Seadetî, ji wan du çalakvanên mafên mirovan û mafên sivîlên Kurd ên Bokanî ne ku xwe bi dozgeriay Înqilab a Tehranê dabûn nas kirin.
Ew du çalakvanên Kurd roja 7’ê çileya pêşîn a 2014’an, bi sedema pişikdarî kirin di rêûresma Roja Xwendekar (li prka Lale a Tehram)de,bi tometa “teblîx dij bi sîstemê” û beşdarî kirin ji civîneke nefermî de, hatibûn mehkûm kirin.
Riza Şerîfî Bokanî bi sedema beşdarî kirin li merasima roja Xwendekar û destek kirina girtiyên siyasî ên hepsa Urmiyê hatibûn binçav kirin
jêdereke agah ajansa nûçegihaniya Kurdpa re got: Seher Seadetî û Riza Şerîfî Bokanî, bi midetê 4 demjmêran bin çavdêrî û lêpirsîna dozgeriya Înqilab a Tehranê de bûn ku bê parêzer bi xwe parastina û berevaî ji xwe kiri bûn.Pêştir jî, Riza Şerîfî Bokanî ligel Seher Seadetî, piştevaniya xwe bi girtiyên siyasî ên zindana Urmiyê re îlan kiribûn.