Bang kirin û jêpirsîn ji keçik jornalîst li Kirmanşan

22:12 - 15 Gulan 2013
Ajansa kurdpa : keçik jornalîst a Kurd xelkê şarê Kengawer ji aliyê polîsê asayişa parêzgeha Kirmanşan hat bang kirin û ket ber jêpirsînan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa, roja sêşem, 24ê heyva Ordîbêhêşt, “ Azer Tahir Abadî” jornalîsta Kurd , bi kontaktik telefonî ji aliyê ajanên polîsê ewlehî û asayişa giştî a parêzgeha Kirmanşan hatibû bang kirin.
Ev jornalîsta Kurd û hevkarê heftînama “ Xerb” paşî bang kirinê, 10 saetan kete bin jêpirsîna ajanên wê dezgehê.

\"12696.jpg\"
Çavkaniyek agadar bi raportêrê kurdpa ragihand: ji “ Tahir Abadî”li bara rifrandoma serkomariya Îran û her wisa ji pişkdariya vê li wê rifrandomê pirsî bûn.

Azer Tahir abadî yekik ji hevkarên heftînama” Xerb” û ajansa nûçe gihaniya Mukriyane , ew li axira heyva Isfenda sala borî de jî li aliyê bîroya dû ketin(deftera pêygîrî) a wizareta ewlehiyê hatibû bang kirin û ketibû ber jê pisînan.

Ew endamê “ Serayê Ehlê Qelem” a Îran jî bûye ku ji 10ê heyva Azera wê salê de , tev komeik din ji endamên wê komelê bi destê hêzên ewlehiya Tehran hatibûn girtin.