Bandora hêzên ewlehiyê ser xwedî kafinetan li Kirmanşan

13:00 - 9 Îlon 2013
ajansa Kurdpa : li midê çend heftiyê borî de bandora hêzên ewlehiyê ser xwedî kafinetên parêzgeha Kirmanşan bi formik sistematik ber bi zêdebûnê diçe.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li çend heftiyê borîde pişkik ji kafînetên parêzgeha Kirmanşan , kamêrayên çavdêrî danûne û hevdem bi xwedî kafinetan ragihandine ku xêncî wergirtina karta nasnamê ji welatiyan, gere dema hatin û çona wan jî tûmar bikin.

Ji aliyik din tinê ew kafinetan ku navên farsî hene derfetê pê didin û hevdem gere kamêrayê çavdêrî li dikanên xwede damezrînin.

Her wisa hêzên ewleyihê birêbirê kafitetan agadar kirine , li hegera bi kar girtina fîltêr şikên derfeta wan yê bê rakirin û dikana wan jî tûşî daxistinê yê bibe.

Li rojên borî de jî ajanên emakin li çendîn kafînetên şarê Pawê li parêzgeha Kirmanşan, bêyî xswet û pê xweşiya xwedî kafînetan, kamêrayê çavdêrî danîne û hatin û çona welatiyan kontrol dikin.