Ban Gî Mon: kuştara Homsê bûye sedema nemana rewayiya Sûriyê

12:20 - 8 Şibat 2012
Kurdpa: sekreterê giştî yê NY, li dijkiryara bi êrîşa hikumeta Sûriyê bo ser bajarê Homsê ragehandiye: “Êrîşa bo ser Homsê bi top û bombeyan ji aliyê civaka mirovatiyê ve nayê qebûl kirin û ew yek jî bûye sedema nemana rewayiya deshilata Dîmeşqê”.

Nûçegihaniya Royterzê bilav kir ku Ban Gî Mon di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku serjimêriya kuştiyên Sûriye û bitaybetî du rojên borî “ bi tehluke” ne, û divêt hindî bileztir her terze kuştarê ragire.

Hêjayî basê ye ku tenê roja yekşemiyê zêdetir ji 330 kesan canê xwe li encama êrîşên hêzên leşkerî ên Sûriyê de ji dest dan, û bi hezaran kesî jî birîndar bûn.