Aynaz Zar’i di girtîgeha Urmiyê hate azadkirin

12:09 - 27 Çirriya paşîn 2020

Roja Pêncşemî 6ê Sermawezê, “Aynaz Zar’i” girtiya siyasî di benda jinan a girtîgeha Urmiyê de piştî 15 mehan li binçavkirinê hate serbestkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew girtiya siyasî piştî derbirîna nerazitiya xwe li derheq hukmê ku bi ser wê de hatiye sepandin di yekem dadgehiyê de hukmê wê li dadgeha pêdaçûna Urmiyê bo salekê hate kêmkirin.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanînîn, bi hisab kirina heyama girtina wê ya berê ew girtiya siyasî digel bi dawî hatina heyamê binçavkirina xwe hate serbestkirin.

Roja Duşemî 26ê Xezelwerê, li taya 1 a dadgeha keyferî ya taybet bi “nûciwan û Ciwan” ya bajarê Urmiyê, ew girtiya siyasî bi tohmeta “hewildan bi dijî tenahiya neteweyî li rêya endambûn di yek ji Partên kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” ew bi 5 sal hepsê hate cezadan.

“Aynaz Zar`i” di dema binçavkirina xwe de temenê wê jêr 18 saliyê bûye û di heyama binçavkirina xwe de ji destpêragihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.

“Aynaz Zar`i” digel dayîka xwe “Şanaz Sadiqîfer” bo heyamê 3 salan endamê yek ji Partên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê bûne û meha Xezelwera 1398an bi emannamê ji sînorên baneyê bo Îranê zivirî bûn û piştre ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd piştî binçavkirinê bo girtîgeha îdareya Îtilaat a bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin û bo heyamê du mehan li jêr lêkolînê de bûn.

Meha Xezelwera sala 1398an “Şanaz Sadiqîfer” û “Aynaz Zar`i” piştî dawîhatina heyamê jêpirsîna wan bo benda jinan a girtîgeha Urmiyê hatine veguhastin.

Meha Gelawêj a îsal, “Şanaz Sadiqîfer” ji aliyê taya 2 a dadgeha Înqilabê ya bajarê Urmiyê ve bi serokatiya dadwer “Şêxlû” bi tohmeta “endambûn di yek ji Partên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê” bi 15 sal girtinê hatine cezadan.