Aynaz Zar`i bi 5 sal girtinê hate cezadan

18:24 - 17 Çirriya paşîn 2020

Roja Duşemî 26ê Xezelwerê “Aynaz Zar`i” girtiya siyasî di benda jinan a girtîgeha Urmiyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha keyferî ya taybet bi nûciwan û ciwanan bi 5 sal girtina teziîrî hate cezadan.

Pêka çavkaniyeke agehdar li benda jinan a girtîgeha Urmiyê, dadgeh ew hepsiya siyasî bi tohmeta “hewildan li dijî tenahiya neteweyî ji rêya yek ji Partên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” ve ceza daye.

“Aynaz Zar`i” di dema binçavkirina xwe de temenê wê jêr 18 sal bûye û di heyama binçavkirina xwe de ji destpêragihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.

“Aynaz Zar`i” digel dayîka xwe “Şanaz Sadiqîfer” bo heyama 3 sal endamê yek ji Partên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê bûne û meha Xezelwera 1398an bi emanetnamê ji sînorên baneyê bo Îranê zivirî bûn û piştre ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd piştî binçavkirinê bo girtîgeha îdareya Îtilaat a bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin û bo heyama du mehan li jêr lêkolînê de bûn.

Xezelwera sala 1398an “Şanaz Sadiqîfer” û “Aynaz Zar`i” piştî dawîhatina heyama jêpirsîna wan bo benda jinan a girtîgeha Urmiyê hatine veguhastin.

Meha Gelawêj a îsal, “Şanaz Sadiqîfer” ji aliyê taya 2 a dadgeha Înqilabê ya bajarê Urmiyê ve bi serokatiya dadwer “Şêxlû” bi tohmeta “endambûn di yek ji Partên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê” bi 15 sal girtinê hatine cezadan.