Aydîn Îmanî temen 2mehî bi sedema neşarezayî û şaşiya pizîşkî canê xwe ji dest da

11:59 - 5 Kanûna pêşîn 2020

Roja 14ê Sermawezê, “Aydîn Îmanî” zarokê sawa yê temen 2 mehî xelkê Abdanan yê ser bi parêzgeha Îlamê piştî rojekê veguhastin bo nexweşxaneya “Ebûzer” a bajarê “Ehwazê” canê xwe ji dest da.

2 roj berî niha li derheq xemsarî û neşareza bûna kadirên dermanî yên nexwşxaneya bajarê Îlamê, berpirsên wê nexwşxaneyê “Gewahiya Fut”a wî zarokê sawayê du mehî da bû.

Piştî radestkirina wî zarokê sawayê 2 mehî bi malbata wî, li dema şûştina wî mirîşûr agehdar bibû ku dilê wî lêdide malbat û orjansa nexwşxaneyê agehdar dike.

Çavkaniyên xwecihî yên bajarê Abdananê belav kirine berpirsên nexwşxaneya “Mihemed Resûlellah” piştî piştrastbûn li zîndî bûna wî zarokê sawa bo çavedêriya pizîşkî dîsa bo nexweşxaneya Abdananê hate veguhastin û canê xwe ji dest da.

Di Îranê de pirraniya şaşî û xemsariyên pizîşkî tên ragehandin  di vê derheqê de ti amarek durist ji berdest nîne lê pêka amarên fermî salane nêzî 12 heya 13 hezar dosiyeyên pêwendîdar bi şaşiyên pizîşkî di Îranê de tê tomar kirin.