Avêtina têzavê bi ser û royê bijîşkekî Kurd li nexweşxaneyeke Tehranê
18:08 - 30 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Berpirsê nexweşxaneya Ziyaiyan a perwerdeyî-dermaniy a Tehrana paytextê Îranê, ji aliyê du kesên têzav(esîd) avêj ve, êrîş jê hat kirin.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, du siwarkar bi motorsikletekî êrîş kirin ser berpirsê nexweşxaneya “Ziyaiyan” û bi avêtina têzavê zirar gihadin her du çavên wî.
Bûyera han li Tehrana paytextê Îranê, di derdora meydana “Wenek” doh demjmêr 9’ê şev qewimî.
Peyamnêrê Kurdpa li Tehranê ragihand: Duktor Enwerî ji Kurdên Mehabadê ye ku li Tehranê akincî bûye. Ew pizîşk bi sedema avêtina têzavê bi ser û rûyê wî bi nexeweşxaneya Farabî, bo tedawî kirinê hat veguhastin.
Duktor Siyamend Enverî, midûrê nexeşxaneya Ziyaiyan
Medyayên navxweyî ên hikûmeta Îranê ji zarê fermandehê Întizamî ên Tehranê ragihandin: Şopandina vê pirsê û binçavkirina kesên ku têzav avêtine , yê ji aliyê polîsan ve bidome.
Nexweşxaneya Ziyaiyan, yekek ji navendên perwerdeya dermanî , ser bi Zanîngeha zanistên bijîşkî a tehranê ye ku li nêzî meydana Ebûzer li bakurê rojavayê Tehranê bi cî bûye.
Ew êrîşa têzav avêtinê di demekê de ye ku pêştir têzav avêtina bi serûrûyê jinan li bajarê Îsfehan a Îranê, bibû mijara serkî a medyayên cîhanî û di bajarên din ên hikûmeta Îranê de jî reng veda bû.
Fermandarê hêzên Întizamî ên hikûmeta Îslamiya Îranê gotiye:“Ji destpêka ev sal a rojî de 318 haletên têzav avêtinê li bajarên Îranê de, hatine tomar kirin”.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, du siwarkar bi motorsikletekî êrîş kirin ser berpirsê nexweşxaneya “Ziyaiyan” û bi avêtina têzavê zirar gihadin her du çavên wî.
Bûyera han li Tehrana paytextê Îranê, di derdora meydana “Wenek” doh demjmêr 9’ê şev qewimî.
Peyamnêrê Kurdpa li Tehranê ragihand: Duktor Enwerî ji Kurdên Mehabadê ye ku li Tehranê akincî bûye. Ew pizîşk bi sedema avêtina têzavê bi ser û rûyê wî bi nexeweşxaneya Farabî, bo tedawî kirinê hat veguhastin.
Duktor Siyamend Enverî, midûrê nexeşxaneya Ziyaiyan
Raporta gihîştî ajansa Kurdpa qala vê hindê dike ku çavê rast ê bijîşkê
navbirî kêm zirar dîtiye lê tedawî kirina çavê wî ê aliyê çepê dom dike û serû rûyê wî kêm kêmas bûye.Medyayên navxweyî ên hikûmeta Îranê ji zarê fermandehê Întizamî ên Tehranê ragihandin: Şopandina vê pirsê û binçavkirina kesên ku têzav avêtine , yê ji aliyê polîsan ve bidome.