Astengî ji werzişkirina girtiyên sunemeseb re tên pêkanîn

14:30 - 23 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Berpirsên ewlehiya girtîgeha Recayîşehr a Kerecê bi awayekî sîstimatîk û pilankirî, çalakên sunemeseb xistine bin givaşan de.

Li gor nûçeya ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, niha zêdetir ji 70 girtiyên sunemeseb li girtîgeha Recayîşehr a Kerecê de ne ku ji aliyê berpirsên ewlehiya girtîgehê ve ji mifahstandina ji îmkanatên werzişî hatine bêparhiştin.

Berpirsên girtîgehê bi hinceta ewlehîbûnê ev 70 girtiyên sunemeseb xistine bin givaşan û rê ji van re nahê dayîn ku serdana salona werzişî bikin.

Girtiyên siyasî û mesebî li gorî ayînname û pêrewa girtîgehê mafê wê tu ninin ku li hefteyekê de sê rojan ji alav û kel û pelên werzişî mifahê bistînin.

Li gor van zaniyariyên ku gihîştine Kurdpa, li midehê hefteyekê de meimûrên girtîgehê van alav û kel û pelên ku jib o werzişkirinê hatine terxankirin, li hola werzişiyê de hilgirtine.

Tê gotin ku girtiyên sunemeseb ên kurd û Belûç bi pereyê xwe ve hewla kirîna alavên werzişî dane.

Berê jî raporek li ser rewşa dijwar û xirab ya girtîgeha Recayîşehr a Kerecê belav bibû ku girtiyên sunemeseb bi berdewamî ji aliyê berpirs û meimûrên ewlekariya girtîgehê ve rastî sivikatî û bêrêziyan tên.