“Aso Şêxe” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:58 - 14 Şibat 2022

Roja Şemî 23`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Aso Şêxe” temen 23`ê salî, kurê “Şefî`i” û xelkê gundê “Çeşimegul”ya ser bi bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê, bi awayek demkî ji girtîgehê hate azadkirin.

Êvareya roja Yekşemî 3`ê Rêbendanê, “Aso Şêxe” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, li cihê karê xwe hatibû binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd roja Yekşemî 17`ê Rêbendanê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin, ti zanyariyek jiber dest tune ye.