Armîn Şerîfe digel hevjîna xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

18:47 - 21 Gulan 2022

Sibêdeha îro Şemî 31`ê Banemerê, “Armîn Şerîfe”, çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Sineyê digel xîzana xwe “Hevjîn Letîfî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Riza Şerîfe bavê Armîn Şerîfe ku ji çalakvanê sinfî yên mamosteyan li bajarê Sineyê ye, di vê derheqê de ragihandiye: “Me`imûrên Îtila`ata Spahê piştî serdana mala Riza Şerîfe (malnişînkiriyê Perwerde û Hînkarî), hewla vekolîna mala navbirî dane û ragihandine ku hikima binçavkirina “Armîn Şerîfe û xîzana wî Hevjîn Letîfî” hene ku piştî vekolîna mala navbirî dest bi ser hin ji keresteyên kesî yên wekî telefon û çend pirtûkan de girtine û Armîn û Hevjîn digel xwe birine.

“Riza Şerîfe” li derheq lipeykevtinên xwe bo agehdarbûn ji qedera “Armîn Şerîfe û Hevjîn Şerîfe”yê ragihand: Tevî vê ku min serdana Îtila`ata Spahê kiriye, wan bi min re got, “heta niha di bin lêpirsînê de ne”. Û ti zanyariyek li derheq qedera “Armîn û Hevjîn”ê bi min re nehatiye dayîn.”

Herwisa navbirî got: Tevî vê ku kurê min “Armîn” tûşbûyê nexweşiya şêrpenceya (Xuded Lenfawî) ye û her cure metirsiyek li ser kurê min gef be, berpirsiyarê rasterast û naskirî Îtila`ata Spah û hêza dad a Komara Îslamî ye.

Roja Înê 9`ê Banemerê jî, “Armîn Şerîfî” bo “Stada Xeberî” ya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû gazîkirin û lêpirsîn digel wî hatibû kirin.