“Armîn Şerîfe” çalakvanê kedkarî bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate veguhastin

18:15 - 30 Nîsan 2022

Roja Înê 9`ê Banemerê, “Armîn Şerîfe” çalakvanê kedkarî bo “Stada Xeberî” ya îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate veguhastin û lêpirsîn digel wî hate kirin.

Ew çalakvanê kedkarî ji rêya peywendiya telefonî ve hatiye gazîkirin û hêzên ewlehî navbirî li peywendî digel kombûnên nerizayetiyan û çalakiyên civakî gazî kirine û gef jê hatibû kirin.

“Armîn Şerîfe” piştî du demjimêr lêpirsîn ji îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate azadkirin.

Di vê derheqê de, roja Pêncşemî 8`ê Banemerê, “Şeys Emanî û Muzefer Salihîniya, ji endamên hey`eta Birêveberiya Yekîtiya Azad a Kedkarên Îranê, bo Îtila`ata Spahê ya bajarê Sineyê û îdareya Îtila`ata Sinê hatibûne gazîkirin û lêpirsîn digel wan hatibû kirin.