“Areş Mihemedî” bi danîna barimteyê hate azadkirin

18:15 - 10 Adar 2022

Roja Çarşemî 18`ê Reşemê, welatiyek Kurd ê bi navê “Areş Mihemedî” temen 32 salî kurê Ehmed xelkê gundê “Necê” yê girêdayê bajarê Sineyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya 150 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehî kirinê hatiye azadkirin.

“Areş Mihemedî” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, bo girtîgeha wî bajarî, hatibû veguhastin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de ji “hevdîtin digel malbata xwe” û “destpêregihîştina bi parêzer” hatibû bêparkirin.

Roja Çarşemî 29`ê Befranbarê, “Areş Mihemedî” li dema zivirîn ji Herêma Kurdistanê li sînorê Başmaxê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew kedkare li bajarê Silêmanî yê ser bi herêma Kurdistanê mijûlê kedkariyê bû.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.