Aras Mihemedpûr, kolberekî xelkê bajarê Serdeştê canê xwe ji dest da

17:43 - 28 Tebax 2022

Roja Yekşemî 6ê Xermananê, “Aras Mihemedpûr” xelkê bajarê “Serdeşt”ê ku heftiyek berî niha bi teqeya hêzên leşkerî li sînorê bajarê “Banê” bi dijwarî hatibû birîndarkirin, mixabin li nexweşxaneya “Kewser” a bajarê “Sinê” canê xwe ji dest da.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew kolberê Kurd tevî encamdana neştergeriyê li nexweşxaneya “Kewser” a bajarê “Sinê” de, lê bi sedema kûrahiya birînan  canê xwe ji dest da.

Roja Sêşemî 1ê Xermanamê, hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi bê agehdarkirina berê, li ser sînorê “Banê” teqe ji wî kolberî kirine.

Aras Mihemedpûr, xêzandar û bavê du zarokan e.