Aran Tîbaş ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin

17:19 - 19 Gulan 2021

Roja Sêşemî 28`ê Banemer, “Aran Tîbaş” girtiyê siyasiyê Kurd ê xelkê gundê “Dize” yê ser bi devera “Mirgever”, piştî ragihandina lêbihorîna hêza dadverî bi hilkefta cêjna Remezanê, ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.  

ew girtiyê siyasî li heyama binçavkirina xwe de bo yekem car, li roja Yekşemî 12`ê Banemer, hatibû murexesiyê.

Roja Duşemî 17`ê Pûşpera sala 1398`an, ew welatiyê Kurd ji aliyê hêza dadverî ve hatibû binçavkirin û bo derbaskirina heyama cezayên xwe bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Li meha Reşemeya sala 1397`an, ew ciwanê Kurd li taya 3 a dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadver “Necefî”, hatibû dadgehîkirin û bi tohmeta “endambûn û banghêjî bo yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.  

Piştî nerizayetînîşandana navbirî bi hukmê dadgeha destpêkî, ew cezaye li dadgeha pêdeçûnê de bi 4 sal girtîgehê hatibû kêmkirin.

Roja Pêncşemî 27`ê Befranbara sala 1397`an de, “Aran (Mecîd) Tîbaş” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, bi awayekî demkî û heta bi dawîhatina qunaxên dadwriyê, hatibû azadkirin.

Ew ciwanê Kurd li 5`ê Befranbara heman salê de bi tohmeta “peywendî digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bo “Stada Xeberî” ya îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû gazîkirin û piştre hatibû binçavkirin.

 Li Sala 1391`an de jî, ew ciwanê Kurd pêka biryara parastina zanîngeha “Êlmî – Karbordî” ya bajarê Urmiyê, bi sedema wê yekê ku li ser şaşeya laptapa wî wêneya alaya Kurdistanê hebû û di kombûna zanistî de li ser projektorê hatibû nîşandan, ji dersxwandinê hatibû bêparkirin.

Herwisa li Sala 1392`an de jî, ew ciwanê Kurd ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin û piştre hatibû azadkirin.