Aran Tîbaş ji girtîgeha bajarê Urmiyê çû bo murexesiyê

18:56 - 2 Gulan 2021

Roja Yekşemî 12`ê Banemer, girtiyê siyasî yê Kurd “Aran (Mecîd) Tîbaş”, û xelkê gundê “Dize” yê ser bi devera “Mirgever” ji girtîgeha bajarê Urmiyê çû bo murexesiyê.  

Ew girtiyê siyasî di heyama binçavkirina xwe de bo yekem car hate murexesiyê û berê Dadverê Çavdêr yê girtîgehê digel daxwaza navbirî bo murexesiyê dijatî kiribû.

Berê jî, taya 9 a cîbicîkirina cezayên dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê digel daxwaza azadiya bê merc a wî girtiyê siyasî dijatî kiribû.

Li roja Duşemî 17`ê Pûşpera sala 1398`an de, ew welatiyê Kurd ji aliyê karbidestên dadweriyê ve hatibû binçavkirin û bo derbaskirina heyama cezayên xwe bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Li meha Reşeme ya sala 1397`an de, ew ciwanê Kurd li taya 3 a dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê, bi serokayetiya dadver “Necefî”, hate dadgehîkirin û bi tohmeta “endambûn û propagende bo yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Piştî nerizayetînîşandana navbirî bi hukmê dadgeha destpêkî, ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê de bi 4 sal girtîgehê hatibû kêmkirin.

Roja Pêncşemî 27`ê Befranbara sala 1397`an de, “Aran (Mecîd) Tîbaş” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, bi awayekî demkî heta bi dawîhatina qunaxên dadwriyê, hatibû azadkirin.

Ew ciwanê Kurd li 5`ê Befranbara heman salê de bi tohmeta “peywendî digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bo “Stada Xeberî” ya îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû gazîkirin û piştre hatibû binçavkirin.

Li Sala 1391`an de, ew ciwanê Kurd pêka biryara parastina zanîngeha “Êlmî – Karbordî” ya bajarê Urmiyê ve, bi sedem ku li ser şaşeya laptapa wî wêneya alaya Kurdistanê hebû û di kombûna zanistî de li ser projektorê hatibû nîşandan, ji dersxwandinê hatibû bêparkirin. 

Li Sala 1392`an de jî, ew ciwanê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre hatibû azadkirin.