“Aram Muradiyan” carek din hate binçavkirin

17:28 - 14 Çirriya paşîn 2021

Îro Yekşemî 23`ê Xezelwerê, “Aram Muradiyan”, xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi bajarê Sineyê piştî amadebûn li dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye bi biraya dadwerê dadgehê bo binçavkirina demkî hatiye binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Aram Muradiyan bo birêveçûna kombûna dadgehîkirinê bo dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê hatibû gazîkirin.

Roja Yekşemî 11`ê Rezberê, ew welatiye bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.

 “Aram Muradiyan” piştî bi dawîhatina lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de ji “destpiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatibû bêparkirin.

Roja Sêşemî 7`ê Banemerê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiye binçav kirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê veguhastibûn.

Heya belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li ser navbirî, ti zaniyariyek li berdest nine.