Aram Muradiyan bo girtîgeha bajarê Sineyê hate veguhastin

18:26 - 15 Şibat 2022

Roja Duşemî 25`ê Rêbendanê, “Aram Muradiyan” welatiyê Kurd yê xelkê gundê “Tengîser” ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye piştî binçavkirina cara duyê ji aliyê hêzên ewlehî ve, ji “destpiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatiye bêparkirin.

Roja Yekşemî 23`ê Xezelwerê, “Aram Muradiyan” piştî amadebûn li dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê hate binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd bo birêveçûna kombûna dadgehîkirinê bo dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê hatibû gazîkirin û li ser biriyara demkî ya dadwerê dadgehê hatibû binçavkirin.

Roja Yekşemî 11`ê Rezberê, “Aram Muradiyan” bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin. Navbirî piştî bi dawîhatina lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de ji “destpiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatibû bêparkirin.

Roja Sêşemî 7`ê Banemerê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiye binçav kirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê veguhastibûn.

Heya belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên hatinî sepandin li ser navbirî de, ti zaniyariyek ji berdest nine.