“Aram Muradiyan” bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate azadkirin

17:52 - 16 Adar 2022

Îro Çarşemî 25`ê Reşemê, “Aram Muradiyan” welatiyê xelkê gundê “Tengîser”ê girêdayê bajarê Sineyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

 “Aram Muradiyan” bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî bi awayek demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatiye azadkirin.

Roja Pêncşemî 12`ê Reşemê, kombûna pêregihîştina bi tohmetên “Aram Muradiyan”, li dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê hatibû lidarxistin.

Di wê kombûnê de ku li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê hatibû lidarxistin, ew welatiye bi tohmeta “endametî û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” hatibû dadgehîkirin.

Roja Duşemî 25`ê Rêbendanê, “Aram Muradiyan” ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye piştî binçavkirina cara duyê ji aliyê hêzên ewlehî, ji “destpiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatibû bêparkirin.

Roja Yekşemî 23`ê Xezelwerê, piştî amadebûna “Aram Muradiyan” di dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê de, navbirî hatibû binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd bo birêveçûna kombûna dadgehîkirinê bo dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê hatibû gazîkirin û li ser biriyara demkî ya dadwerê dadgehê hatibû binçavkirin.

Roja Yekşemî 11`ê Rezberê, ew welatiye bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.

“Aram Muradiyan” piştî bi dawîhatina lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Sêşemî 7`ê Banemerê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiye binçav kiribûn û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Sineyê veguhastibûn.