Aram Muradiyan bi dana barimteyê ji girtîgeha Sineyê hate azadkirin

11:55 - 4 Çirriya pêşîn 2021

Roja Yekşemî 11`ê Rezberê, Aram Muradiyan kurê Osman xelkê gundê “Tengîser” yê ser bi devera Jawero a Sineyê bi dana barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin. 

Ew welatiye bi dana barimteya 500 milyon Tumenî heya dema bi dawîhatina qonaxa dadresiyê bi awayekî demkî ji girtîgeha Sineyê hate azadkirin.

Aram Muradiyan, piştî bi dawîhatina lêpirsînê ji girtîgeha Îtlaata Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatye di heyama binçavkirinê de li hevdîtin digel malbata xwe û destpêragiheştin bi prêzer hatibû bêparkirin.

Roja Sêşemî 7`ê Xermananê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirin û navbirî bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtlaata Sineyê veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedem û tohmeta ku bi ser navbirî de hatî sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.