Aram Îbrahîmî çalakvanê sinfî yê mamosteyên “Sinê” hat binçavkirin

17:46 - 22 Hezîran 2022

Roja Çarşemî 1`ê Pûşperê “Aram Îbrahîmî” çalakvanê sinfî yê mamosteyên “Sinê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin e.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew çalakvanê sinfî binçavkirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî çalakvanê sinfî hatiye sepandin û ji cihê mana wî ti zanyariyek serast ji ber dest de nîne .

Heta niha 6 kes ji endamên Encûmena Sinfî yê Mamosteyên Kurdistan- Sinê û Kelaterzanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

“Aram Îbrahîmî, Reza Tehmasibî, Xeyas Nê`metî, Selah Hacîmîrzayî, Mihemedreza Muradî û Bêhzad Qewamî” nasnameya wan 6 mamosteyên binçavkî yên Sinêne.