Aram Fethî bo girtîgeha bajarê Merîwanê hate veguhastin

19:04 - 20 Hezîran 2021

Helbestvan û çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Merîwanê “Aram Fethî” ku li roja Pêncşemî 27`ê Cozerdanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, bo benda qerentîne ya girtîgeha wî bajarî hatiye veguhastin.

Yek ji kesên nêzî wî çalakvanê medenî tevî piştrastkirina wê nûçeyê bi Nûçegihaniya “Kurdpa”yê ragihandiye: “Ew çalakvanê medenî heya niha li çavpêkevtin digel malabata xwe bêparkirine û li tohmeta ku li dijî wî bi ser de sepandine, ti zanyariyek li ber dest de nîne. 

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Aram Fethî” nexweşiya romatîzmê heye û hewcehî bi tedavî û çavediriya pizîşkiyê heye.

Sibeha roja Pênşemî 27`ê Cozerdanê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeheke yasayî êrîşî ser mala wî welatiyê Kurd kiribûn û navbirî binçavkiribûn.

Binçavkirina “Aram Fethî” bi biryara Dadstanê bajarê Merîwanê bûye û hêzên ewlehî piştî vekolîna mala wî hin keresteyên wî yên kesîn wekî Laptop, Hard û Mobaylê  digel xwe birine.

“Aram Fethî’, di wan çend salên derbaz bûyî de, çendîn caran ji aliyê navendên ewlehî ve hatibû gazîkirin û binçavkirin.