Amara 6 mange ya kuştin û birîndarbûna kolberan di Kurdistanê de

19:09 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2021

Li gor amara navenda amarî ya Saziya Mafî Mirovî ya “Kurdpa”yê, di heyamê 6 mehên destpêka sala 2021`an de, bi giştî 98 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.

Kuştî: 25 kes

Birîndar: 73 kes

Awayê kuştî û birîndarbûna kolberan:

Teqeya rasterast ya hêzên leşkerî: 61 kes

Teqeya hêzên leşkerî yên Tirkiyê: 6 kes

Kevtina bin reniyê û mirina bi sedema sirê: 8 kes

kevtina ji bilindahiyan ve: 16 kes

Lêdan û îşkence ji aliyê hêzên leşkerî ve: 3 kes

Sekinîna dil di dema kolberiyê de: 2 kes

Teqîna mînê: 1 kes

Xendiqîn û kevtina nav çem, bi sedema lipeykevtina hêzên leşkerî: 1 kes

2 halet ji wê amarê, 2 birayên kolber yên xelkê “Şemşîr” a ser bi bajarê “Pave” ne ku her di wê demê de 2 birayê din yên xelkê “Dişe” a ser bi bajarê “Pave”yê bi awayekî hevdem hatibûne birîndarkirin ku yek ji wan piştî çend rojan bi sedema dijwariya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Hindik ji wan haletan bi sedema teqeya rasterast bi awayê regbarê bû ye ku di encamê de kolber bi awayê girûpî hatine kuştin û birîndarkirin.

Amadekar: Evîn Mistefazade