Amara 10 sale ya kuştina kolberan di Kurdistanê de

23:31 - 27 Adar 2021

Navenda amarî ya Saziya Mafî Mirovî ya “Kurdpa”yê, xişteya amarî ya 10 sale ya kuştina kolberan di Kurdistanê de belav kir.

Pêka vê xişteyê, di destpêka sala 1390`an heya dawiya sala 1399`an de, bi giştî 1506 kolber di Kurdistanê de hatine kuştin û birîndarbûnê.

Kuştî: 515 kes

Birîndar: 986 kes

Bê serûşûn: 5 kes

Di vê xişteyê de, bi cudakirina salan (ji destpêka sala 1390`an heya dawî roja Reşemeya sala 1399`an), hejmara kuştî û birîndarbûyan hatiye.

Sala 1390`an; 94 kuştî û birîndar (43 kuştî, 51 birîndar)

Sala 1391`an; 74 kuştî û birîndar (43 kuştî, 31 birîndar)

Sala 1392`an; 102 kuştî û birîndar (44 kuştî, 58 birîndar)

Sala 1393`an; 89 kuştî û birîndar (38 kuştî, 51 birîndar)

Sala 1394`an; 58 kuştî û birîndar (29 kuştî, 29 birîndar)

Sala 1395`an; 145 kuştî û birîndar (66 kuştî, 88 birîndar)

Sala 1396`an; 212 kuştî û birîndar (58 kuştî, 152 birîndar û 2 bê ser)

Sala 1397`an; 265 kuştî û birîndar (79 kuştî, 183 birîndar û 3 bê serûşûn)

Sala 1398`an; 227 kuştî û birîndar (57 kuştî, 170 birîndar)

Sala 1399`an; 231 kuştî û birîndar (58 kuştî, 173 birîndar)

Awayê kuştin û birîndarbûna kolberan:

Kuştin û birîndarbûn bi teqa rasterast ya hêzên leşkerî: 1101 halet

Kuştin û birîndarbûn bi sedema berbûn ji bilindahiyan ve: 94 halet

Canjidestdan û jehrawîbûna kolberan bi sedema man di bin berf û bager û reniya befrê de: 80 halet

Kuştin û birîndarbûna kolberan bi sedema teqîna mînê: 75 halet

Kuştin û birîndarbûna kolberan bi sedema kevtina nav çem bi taybetî li encama lipeykevtina hêzên leşkerî: 14 halet

Kuştin û birîndarbûna kolberan bi sedema lêdar û îşkenceyê ji aliyê hêzên leşkerî ve: 9 halet

Kuştin û birîndarbûna kolberan bi teqeya hêzên leşkerî yên Tirkiyê: 17 halet

Kuştin û birîndarbûna kolberan bi sedema lêdan û îşkenceyê ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyê ve: 1 halet

Canjidestdan bi sedema sekînandina dil yan jî giraniya bar di dema kolberiyê de: 14 halet

Kevtina bar bi ser kolberan de: 1 halet

Bê serûşûn: 1 halet

Qutbûna benda maziye pişt di dema kolberiyê de: 1 halet

Gazgirtin li nav xîvetê di encama kolberiyê de: 1 halet

Nadiyar: 2 halet

 Birîndarbûna kolberan li bûyera hatûçûnê di dema kolberiyê de: 91 halet

 

29 kes ji kolberên kuştî û birîndarbûyî, temenên wan di bin 18 saliyê de bûn.

73% ji wan kolberan bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.

Kuştî û birîndarbûn bi sedema berbûn ji bilindahiyan bi rêjeya 6%î, pileya duhemê bo xwe misoger kiriye.

Herwisa kuştî û birîndarbûn bi sedema teqîna mîn û sir û seqemê her yek ji wan bi rêjeya 5%î, pileya sêhem bo xwe misoger kiriye.