Amara 10 sale ya kuştin û birîndarbûna kolberan di Kurdistanê de
Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, xişteya amarî ya 10 sale (2012 heta 2021an) ya kuştin û birîndarbûna kolberan di Kurdistanê de belav kir.
Kurtiyek ji vê raporê bi vî awayî ye:
Ji sala 2012an heta 2021an bi giştî 1590 kolber hatine kuştin û birîndarkirin. (515 kuştî û 1075 birîndar)
29 kes ji wan kolberên ku hatinî kuştin û birîndarkirin temenê wan di bin 18 saliyê de ye.
Zêdetir 76% ji wan kolberan bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.
Kuştin û birîndarbûn bi sedema kevtin ji bilindahiyan ve ji 7%; bi sedema sir û seqem û reniyê 6%; bi sedema teqîna mîn jî 5%; Ev ji gelempera girîngtirîn sedemên kuştin û birîndarbûna kolberan bûn.
Amara kuştî û birîndarbûna kolberan li salên (2012an heta 2021an)
Di vê amarê de, bi cudakirina salan (ji destpêka sala 2012an heya dawî roja sala 2021an), hejmara kuştî û birîndarbûyan hatiye:
Sala 2012an:
Hejmar: 73 halet
Kuştî: 44 halet
Birîndar: 29 halet
Çawahiya kuştî û birîndarbûna kolberan:
Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 63 halet
Bi sedema reniyê: 6 halet
Teqîna mîn: 3 halet
Nexuya: 1 halet
Kuştî û birîndarbûna kolberên bin 18 saliyê:
Kuştina zarokek 17 sal
Sala 2013an:
Hejmar: 92 halet
Kuştî: 38
Birîndar: 54
Çawahiya kuştî û birîndarbûn:
Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 71 halet
Bi sedema reniyê: 7 halet
Kevtin ji bilindahiyan ve: 3 halet
Teqîna mîn: 7 halet
Sekînandina dil di bin barê kolberiyê de: 2 halet
Kuştin û birîndarbûn bi sedema bûyerên hatûçûnê: 1 halet
Kevtin di nav kanalên sînorî de: 1 halet
Kuştî û birîndarbûna kolberên di bin 18 saliyê de:
6 zarok (4 kuştî û 2 birîndar)
Sala 2014an
Hejmar: 89 halet
Kuştî: 34 halet
Birîndar: 55 halet
Çawahiya kuştî û birîndarbûna kolberan:
Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 71 halet
Bi sedema reniyê: 7 halet
Teqîna mîn: 6 halet
Kevtin bo nav çem: 2 halet
Givaş bi sedema kolberiyê: 1 halet
Lêdan û kutan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 1 halet
Kuştin û birîndarbûn bi sedema bûyerên hatûçûnê: 11 halet
Kuştî û birîndarbûna kolberên di bin 18 saliyê de:
Kuştina zarokek 17 sal
Sala 2015
Hejmar: 72 halet
Kuştî: 42 halet
Birîndar: 30 halet
Çawahiya kuştî û birîndarbûna kolberan
Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 62 halet
Bi sedema renî û sir û seqem: 2 halet
Kevtin ji bilindahiyan ve: 3 halet
Kevtin bo nav çem: 2 halet
Teqîna mîn: 3 halet
Kuştî û birîndarbûna kolberên jêr 18 salî
Kuştina 2 zarokên 17 salî
Sala 2016
Hejmar:122 halet
Kuştî: 51 halet
Birîndar: 71 halet
Çawahiya kuştin û birîndarbûna kolberan:
Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 96 halet
Bi sedema reniyê: 2 halet
Kevtin ji bilindahiyan ve: 3 halet
Kevtin di nav çem de: 2 halet
Teqîna mîn: 4 halet
Sekinîna dil di dema kolberiyê de: 1 halet
Kuştin û birîndarbûn bi sedema bûyerên hatûçûnê: 13 halet
Givaş bi sedema kolberiyê: 1 halet
Kuştî û birîndarbûna kolberên jêr 18 salî
2 kuştî û birîndarbûn (kuştina zarokek û birîndarbûna zarokek temen 16 salî)
Sala 2017an
Hejmar: 220 halet
Kuştî: 65 halet
Birîndar: 153
Bê serûşûn: 2 halet
Çawahiya kuştî û birîndarbûna kolberan:
Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 132 halet
Bi sedema renî û sir û seqem: 20 halet
Kevtin ji bilindahiyan ve: 19 halet
Lêdan û kutan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 1 halet
Gazgirtin kolberên nav xîvetê û di dema kolberiyê de: 1 halet
Teqîna mîn: 9 halet
Sekinîna dil di dema kolberiyê de: 3 halet
Bê serûşûn: 2 halet
Kuştin û birîndarbûn bi sedema bûyerên hatûçûnê: 33 halet
Kuştî û birîndarbûna kolberên temen 18 salî
4 (kuştina 3 zarokên 16, 13 û 17 salî û birîndarbûna zarokek 16 salî)
Sala 2018an:
Hejmar: 228 halet
Kuştî: 70 halet
Birîndar: 158
Çawahiya kuştî û birîndarbûna kolberan
Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 148 halet
Bi sedema reniyê: 12 halet
Kevtin ji bilindahiyan ve: 23 halet
Kevtin di nav çem de: 2 halet
Teqîna mîn: 23 halet
Qutbûna riha piştê di dema kolberiyê de: 1 halet
Sekinîna dil di dema kolberiyê de: 3 halet
Kevtina bar bi ser kolberan: 1 halet
Êrîş û lêdan û kutana kolberan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 1 halet
Kuştin û birîndarbûn bi sedema bûyerên hatûçûnê: 14 halet
Kuştî û birîndarbûna kolberên jêr 18 salî
Birîndarbûna 2 zarokên 15 salî
Sala 2019an
Hejmar: 250 halet
Kuştî: 70 halet
Birîndarbûn: 180 halet
Çawahiya kuştî û birîndarbûna kolberan:
Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 199 halet
Bi sedema renî û sir û seqem: 15 halet
Kevtin ji bilindahiyan ve: 18 halet
Lêdan û kutan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 3 halet
Kevtin di nav çem de: 4 halet
Teqîna mîn: 8 halet
Sekinîna dil di dema kolberiyê de: 2 halet
Kuştin û birîndarbûn bi sedema bûyerên hatûçûnê: 1 halet
Kuştî û birîndarbûna kolberên jêr 18 salî
6 nûciwanên 14 heta 17 salî ji wan Ferhad Xusrewî zarokê temen 14 salî ku bi sedema sirê req bû.
Sala 2020an:
Kolberên kuştî û birîndar:
Hejmar: 236 halet
Kuştî: 53 halet
Birîndar: 183
Çawahiya kuştî û birîndarbûna kolberan:
Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 199 halet
Bi sedema reniyê: 6 halet
Teqeya hêzên leşkerî yên Tirkiyê: 17 halet
Kevtin ji bilindahiyan ve: 12 halet
Lêdan û kutana wann ji aliyê hêzên leşkerî ve: 4 halet
Kevtin di nav çem de: 2 halet
Teqîna mîn: 4 halet
Nexuya: 1 halet
Kuştin û birîndarbûn bi sedema bûyerên hatûçûnê: 19 halet
Kuştî û birîndarbûna kolberên jêr 18 salî
Birîndarbûna 4 zarokên temen 14 heta 17 salî
Sala 2021an
Kolberên kuştî û birîndar:
Hejmara giştî: 208 halet
Kuştî: 46 halet
Birîndar: 162 halet
Çawahiya kuştî û birîndarbûna kolberan:
Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 122 halet
Teqeya hêzên leşkerî yên Tirkiyê: 10 halet
Bi sedema renî û sir û seqem: 8 halet
Kevtin ji bilindahiyan ve: 25 halet
Lêdan û kutana wan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 12 halet
Sekinîna dil di dema kolberiyê de: 3 halet
Teqîna mîn: 4 halet
Bi sedema li peykevtina hêzên leşkerî û kevtina kolberan di nav çem de: 1 halet
Firedan ji bilindahiyan ve ji aliyê hêzên leşkerî ve: 1 halet
Kuştin û birîndarbûn bi sedema bûyerên hatûçûnê: 22 halet
Kuştî û birîndarbûna kolberên jêr 18 salî
Alîşan Ehmedî, xelkê bajarê Urmiyê ku li ser sînorê wî bajarî bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên Tirkiyê canê xwe ji dest dabû û temenê wî 15 salî bû.
Amadekar: Evîn Mistefapûr
Wergêran: Sîna Qasimîzade