Amanc Nîkpey bi 2 sala heps hate cezadan

17:06 - 29 Çirriya paşîn 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, yek ji endamên “Saziya Kesk a Çiya” a Merîwanê yê bi navê “Arman Nîkpeyk” kurê Xalid û xelkê gundê “Nê”yê ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Merîwanê ve bi du sal hepsa teizîrî hate cezadan.

Dadgehê ew lawê Kurd bi “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” tohmetbar kiriye.

Roja Sêşemî 24ê Befranbara sala 1398an, ew endamê Saziya Kesk ya Çiya ya Merîwanê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Duşemî 19ê Reşemeya heman salê bi danîna barimteya 400 milyon tumenî bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.

Ew lawe yê xelkê bajarê Merîwanê di heyama binçavkirina xwe de ji “pêwendiya telefonî, çavpêkevtin bi malbatê û destpêregihîştina bi parêzer” bêpar bibû.