Aloziyên Kurdistanê didom in/ Qirkirina siyasî li Urmiye û Kamyaranê

20:31 - 3 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya pêla binçavkirin û girtina hemwelatiyan li Rojhilatê Kurdistanê de, du kes ji şêniyên bajarê Kamyaranê ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta îslamiya Îranê ve hatin binçavkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan, du welatiyên Kurd ên endamên malbatekî, li gundê “Kûredere ya Sufla (jêrîn)”a ser bi Kamyaranê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatin binçavkirin.

Nûçegihanê Kurdpa li Kamyaranê nasnameya wan du kesane, Xusrow û Umîd Muradwêysî kurê Mihemed ragihandiye.

Herwiha çavkaniyeke agah li kamyaranê li ser vê mijarê peyamnêrê Kurdpa re gotiye: Hêzên ewlekarî û îstixbarat (Îtilaat) a Îranê, bê muhleta yasayî çûne mezela şexsî a wan du hevwelatiyên Kurd û ew bi xwe re birine.

Rexma serdana malbatên Muradwêysî bi navendên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îranê, hîna tu agahî ji çarenûsa wan du binçavkiriyan bidest nekevtine.

Di wê heyamê dawiyê de, li Urmiyeyê jî hejmarek şêniyên deverê, ji aliyê dezgehên îstixbarata Îranê ve hatine binçavkirina ku heya niha jî tu zaniyarî ji aqûbeta wan bidest neketine.

Gorî raportên here dawîn gihîştî ajansa nûçegihaniya Kurdpa, heta vê demê hejmara kesên li Rojhilatê Kurdistanê hatinî binçavkirin ji 30 kesan jî derbas bûye, lê bi sedema rewşa awarte ya hakim li ser Kurdistanê, medyayîkirina nasnameya wan kesane nemimkin e.

Rûniştvanên xwecihî ên deverên parêzgeha Urmiyeyê ser vê bawriyê ne, zext û givaşên hêzên leşkerî û ewlehî ên hikûmeta îslamiya Îranê bi ser xelkên deverê, bi sedema hest bi xetera partiyên opozisyon ên wê hikûmetê di hundirê Kurdistan û Îranê de ye.