Alozbûna Rewşa Ewlehiya bajarê Kirmaşanê
20:25 - 10 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Piştî Xwenîşandana roja bihûrî ya welatiyên Kurd jibo piştewanî ji Kurdên Oldarê Yarsan li hember deriyê parêzgaiya bajarê Kirmaşanê, hejimarek berçav ji hêzên nizamî û garda taybetî li hemû bajarê parêzgeha Kirmaşanê hatine bicih kirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa,Îro dûşem berwar 10’ê Hezîrana 2013’an hejimarek berçav ji hêzên nizamî û garda taybetî li piraniya kolan û cihên giştî yên bajarê Kirmaşan û Sehnê de hatine bilav kirin û hatûçûna xelkê xistine bin çavedêriya xwe û wan kontrol dikin.
Bi gotina çavkaniyek haydar , hêzên ewlekariyê karta pênasê ji welatiyan dixwazin û li hin cihan jî kincên welatiyan digerên.
Roja Yekşemiyê berwar 9’ê Hezîrana 2013’an pitir ji 1000 kes ji welatiyên xelkê Kirmaşanê seva şermizar kirin û bêrêziya hêzên dewleta Îranê li hember Kurdên Yarsanî, nerazîbûna xwe nîşan dan.
Xwepêşanderên Kurd jibilî mehkûm kirina v kiryara hêzên dewleta Îranê li hember Kurdên Yarsanî, daxwaza azad kirina Mêhrdad Rehmanî wêne helgirê binçav kirî kirin.