Aliyê kêm 50 kes ji aliyê hêzên serkutker yên hikûmetê ve hatine birîndarkirin

17:56 - 7 Çirriya paşîn 2022

Roja Yekşemî 15`ê Xermananê, xwenîşanderên bajarê Merîwanê bi nîşaneya nerizayetî bi kuştina “Nesrîn Qadirî” hatine ser şeqaman û siloganên dijî hikûmeta Îranê dan.

Xwenîşander bi hilkirina agir û daxistina şeqaman, dana siloganên “Mirin û neman bo dîktator”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Mirin û neman bo Xamneyî” nerizayetiya xwe nîşan dan.

Hêzên serkutker êrîş kirin ser xwenîşanderan û rasterast teqeya li xwenîşanderan kirin û aliyê kêm 50 welatî hatin birîndarkirin.

Hevdem digel birêveçûna xwenîşandanan, dukandar bi nîşaneya piştîvanîkirin ji xwenîşandana seranserî li Îranê, dukan û bazar daxistin.

Roja Înê 13`ê Xezelwerê, “Nesrîn Qadirî” xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema lêdana hêzên serkutker yên hikûmetê bi batomê, li bajarê Tehranê canê xwe ji dest da.

Çavkaniyeke agehdar li vê derheq de bi “Kurdpa”yê re da zanîn ku, Nesrîn Qadirî di beşdarî kirin li xwenîşandana xelkê bajarê Tehranê de, ji aliyê hêzên serkutker ve hate nasîn û piştre êrîş kirine ser mala wê û li encama lêdanê di dema binçav kirinê de, li hşr çûbû û piştî veguhastina navbirî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Tehranê, canê xwe ji dest da.

Sibêdeha roja Yekşemî 15`ê Xezelwerê, termê “Nesrîn Qadirî” di bin givaşa hêzên ewlehî û bi bê amadebûna xelkê bajarê Merîwanê, bi axê hat spartin.