Alîgirên Beşar Esed serê zarokan birîne

15:22 - 27 Gulan 2012
Kurdpa: Dijberên hikumeta Beşar Esed ragehandin ku alîgirên Beşar Esed bi awayekî gellek bê rehmane li bajarê Humsê de 106 kes kuştine ku 50 kes ji wan zarok bûn.

Li gorî çavkaniyên cihê bawerê li herêma HULLE de liderdora bajarê Humsê 106 kes bi awayê herî hovane ji aliyê hêzên Esed ve hatine kuştin û 50 kes ji wan jin û zarokên bê tawan bûn.

Li gorî zanyariyan zêdetir ji 13 hezar kesî heya niha ji aliyê hêzên Beşar ve hatine kuştin, ku gellek ji wan jin û zarokên bê berevan in.

Li gorî gotina Xelyon heya niha jî vê serdana Kofî Enan nekariye pêşiya kuşt û kuştara xelkê Sûriyê bigre.