Alavên parazîtdar ên bihêz li zindana kerecê hatin damezrandin

14:52 - 6 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Berpirsên zindana Recayîşher a Krerc li welatê Îranê, bi bikaranîna dezgehên parazîtdar, jiyan û tenduristiya zindaniyan bi xetereyan re rûbirû hiştin e.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi du rojan, du kes ji girtiyên zindana Recayîşehr a Kerecê, bi sedema bikaranîna dezgehên parazîtdar li zindanê ji aliyê hikûmeta Îranê ve, ew rakirin nexweşxaneyê ku pijişkan li serhiş çûyîna wan bi boneya parazîtan piştrast kiribûn.

Çavkanyên agah li hundirê girtîgehê jî ragihandin: Dezgehên parazîtdar ên zor bihêz li holeya zindanê hatine damezrandin ku xeynî vê ku pêşî ji dîtina bernameyên televizyonî û radiyoyî digre, bandora nerênî li ser tenduristiya girtiyan jî dike.

Ew pêlên pêşketî ên teknolojiya ku Îran mifaha xirab jê werdigre, bo kontirol kirina têkiliyên telefonî li nava zindanê û herwiha sînordarkirina bernameyên radiyo û televizyonê ji aliyê berporsên hikûmetê ve, li zindanên Îranê birê ve diçin.

Raportên gihîştî berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpaç amaje bi vê yekê dikin ku piraniya karbidestên hikûmeta Îranê li zindana Recayîşehr a Kerec, bi sedema bikaranîna wan dezgehên parazît avêj, cihê karê xwe diterkîn in.

Pirniya zindaniyên siyasî li zindana navborî a Kerecê, bi caran hember vê kiryara hikûmetê li ser bikaranîna dezgehên parazîtdar, bertek nîşan dane û ketine greva birçîbînê, lê hertim xwestekên wan bê bersiv mane.