“Ajansa Kurdpa”yê, nasnameya 13 hepsiyên siyasî yên Kurd di girtîgeha bajarê Kirmaşanê de belav dike

18:14 - 6 Gulan 2020

13 Hepsiyên siyasî yên Kurd ku heya niha di benda 3 a girtîgeha bajarê Kirmaşanê de ne, ji aliyê “Ajansa Kurdpa”yê ve tê belavkirin.

Ew 13 hepsiyên siyasî yên Kurd, bi tohmeta hevkarî digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê, hatine binçavkirin û bi hepsê hatine cezadan.

Ew 13 hepsiyên siyasî yên Kurd, ji aliyê dadgeha şoreş a hikûmeta Îranê ve, bi yek heya 10 sal heps hatine cezadan.

Herwisa, çend kes ji wan hepsiyan, heya niha di girtîgeh û nehatine dadgehîkirin û qedera wan nexuya ye.

Nasnameya wan 13 hepsiyên siyasî bi wî awayî ne: “Hidayet Seîdzade kurê Ebdulmihemed, 10 sal heps; Îsmaîl Murîdî kurê Nesrullah, 10 sal heps; Ebdulah Ehmedî kurê Feyze, 2 sal heps; Hêmin Weysî kurê Kerîm; Keyham Mihemedî kurê walîd; Yasîn Ezîmî kurê Ezîz; Hemîd Şadî kurê Subet, 5 sal; Hemîdriza Hedadî kurê Şukrullah, 4 sal heps; Keyhan Elahmuradî kurê Ehmed, 4 sal heps; Sitar Babayî kurê Elî; Yûf Suxenperdaz kurê Ebdullmihemed, 5 sal heps; Peyman Babayî kurê Hesen, 1 sal heps û Mehdî Esxerzade kurê Ebdullkerîm, 5 sal heps”.