.AHMET TURK: AN KURD WÊ BI SER BIKEVE, AN JÎ WÊ DIHERIFE

15:43 - 10 Îlon 2012
AjansaKurdpa: Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk di Konferansa Îslamî ya Kurdistanî li Dîyarbekirê de îfade kir ku dînê îslamê, li hemberê zilmê, qetil û rûreşîyê ye lê dewletên serdest neha Îslamê ji bo sîyaseta xwe bikar tînin û got bi vê awayê îslamê dikin qurbaniyê sîyaseta xwe.

Li gor Dengê Amerîkayê, Ev Sîyasetvanê Kurd diyar kir ku Kurdan tu caran Îslamê nekirine amurê sîyasetê. Hevserokê KCD got ev dem yan wê bibe dema azadiya gelê Kurd yan jî têkçûna wan.

Parlamenterê BDP yê Dîyarbekirê Altan Tan da zanîn ku di konferansê de li gor qaydeyên Îslamîyetê û li gor rewşa niha ya Rojhilata Navin pirsgirêka Kurd çewa çareser bibe, tê nîqaş kirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Dîyarbekirê Osman Baydemîr jî destnîşan kir ku Kurdan tu caran zilmê li gelê dinê nekirine lê ji 200 salan zêdetir e ku Kurd, li ser axa xwe rastê zilmê tên û tu mafê wan ên netewî nayê qebûl kirin. Şaredarê dîyarbekirê got xelasî û wekhevî di tifaqê de ye.