Adil Mukerem hate azadkirin

17:58 - 18 Çirriya paşîn 2020

Roja Çarşemî 28ê Xezelwerê, “Adil Mukerem” hepsiyê siyasî piştî 10 meh û 19 rojan, ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew hepsiyê siyasî bi piştîdawîpêhatina heyama hepsa xwe ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Roja Şemî 24 Xezelwerê, cezaya yek sal hepsa teizîrî bi wî hepsiyê re hatibû ragihandin.

Dadgehîkirina wî hepsiyê Kurd, roja Çarşemî 21ê Xezelwerê, bi awayekî vîdiyo konferansî bi rê ve çû û taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, bi serokayetiya dadwer “Şêxlû”, navbirî bi tohmeta “piropagende dijî nizamê” bi salek hepsa teizîrî ceza dabû.

Roja Yekşemî 27ê Rezberê, “Adil Mukerem” bi nîşaneya nerizayetî nîşandan ji derheq cîbicînekirina daxwazkariyên wî, agir berdabû xwe.

Roja Sêşemî 22ê Rezberê, ew hepsiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha bajarê urmiyê, piştî cîbicînekirina daxwazkariyên wî ji aliyê berpirsên wê girtîgehê ve bo carekî din gireva birçîbûnê girtibû.

Roja Çarşemî 16ê Rezberê ew hepsiyê siyasî li ser sozê berpirsên girtîgehê bo pêregihîştin bi dosiya wî, dawî bi gereva xwe ya birçîbûnê anî.

Ew hepsiyê siyasî di dema dawîpêanîn bi gereva xwe ya birçîbûnê ragihandibû, li hegera cî bi cî nekirina daxwazên min ezê dîsan gireva birçîbûnê bigrim.

Roja Yekşemî 13ê Rezberê, ew hepsiyê siyasî bi nîşaneya nerizayetî bi nexuyayiya qedera wî di girtîgehê de, bi dûrîna lêvên xwe gireva birçîbûnê girtibû. Herwisa piştî girev girtina birçîbûnê navbirî bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Biryar bû ew welatiye, roja Pêncşemî 13ê Xermananê, piştî 10 meh nexuyayiya qedera wî, li taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Şêxlû” bê dadgehî kirinê, lê dadgehiya wî hate hilûşandin û kombûna dadgehiya wî rêkevta 22ê Xermananê bi rê ve cû.

“Adil Mukerem” meha Sermawez ya sala 1398an piştî dîportkirina wî li welatê Tirkiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve radesê Îranê kiribûn.

Ew welatiye bo heyama 19 rojan li girtîgeha îdareya Îtilaat a bajarê Xoyê de lêkolîn digel wî hatibû kirin û piştî dawîpêhatina heyama lêkolîna wî, bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Navbirî piştre bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û di benda hepsiyên siyasî yên wê girtîgehê de bû.