“Adil Mukerem” di hember piştguhxistina daxazkatiyên wî de agir berda cesteyê xwe

18:14 - 18 Çirriya pêşîn 2020

Roja Yekşemî 27ê Rezberê, “Adil Mukerem” girtiyê siyasî yê Kurd di girtîgeha Urmiyê de li derheq cîbicînekirina daxazkariyên wî nerizayetî nîşan da û agir berda cesteyê xwe.

Çavkaniyek agehdar di wê derheqê de bi ajansa “Kurdpa” reyê ragehandiye: “Ew girtiyê Kurd di salona girtîgeha Urmiyê de di pêş çavên dadwerê çavdêrî û cihgirê girtîgehê agir berda xwe.

Wê çavkanya agehdar ya “Kurdpa”yê gotiye: “Lingê wî yê rastê bi sedema agir bi dijwarî birîndar bûye û navbirî di bêhdariya girtîgehê de di bin çavdêriyê de ye .

Roja sêşemî 22ê Rezberê, “Adil Mukerem” girtiyê siyasî di girtîgeha Urmiyê de piştî cîbicînekirina daxazkaryên wî ji aliyê berpirsên girtîgehê ve, car din dest avêtibû bi girevgirtinê.

Roja Çarşemî 16ê Rezberê, ew girtiyê siyasî li ser sozên berpirsên girtîgehê bo pêragehiştin bi dosiyaya wî, dawî bi gireva xwe anî .

Dadwerê çavdêr yê girtîgehê, berpirsê girtîgehê, navenda ewlehî û karnasê dosiyaya wî soza pêragehiştin bi dosiyaya “Adil Mukerem” dabûn.

“Adil Mukerem”, di dema bi bawî anîn bi gireva xwe ragohanibû, ku bi egera cîbicînekirina daxwazkariyên wî, dê car din dest bi girevgirtinê bike. 

Roja Yekşemî 13ê Rezberê, ew girtiyê siyasî bi nîşana nerizayetî li derheq nediyarbûna çarenivîsa wî di girtîgehê de, bi dûrîna lêvên xwe dest avêt bi girevgirtinê. Herwisa piştî gireva xwe bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Biryar bû ew welatiye roja Pêncşemî 13ê Xermananê, piştî 10 mehan ji nerohniya çarenivîsa wî di taya 2 a dadgeha Înqilabê de bi serokayetiya “Şêxlû” bê dadgehîkirin, lê dadgeha wî hate hilûşandin û kombûna dadgeha wî di rêkevta 22ê Xermananê de bi rê ve çû.

Tohmeta ku bi ser wî girtiyê siyasî de hatî sepandin, “Endambûn di yek ji Partiyên Kurd yên opozîsyona hikûmeta Îranê û derbasbûna neyasayî ji sînor” pêre hatiye ragehandin.

“Adil Mukerem” Sermaweza sala 1398an, piştî dîportkirina wî di welatê Tirkiyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve radestî Îranê hate kirin.

Ew welatî bo heyama 19 rojan di girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê “Xoy”ê de rastê lêpêçînê hat û piştre bi dawîhatina heyama lêpêçîna wî bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Piştre navbirî bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate veguhastin û di benda girtiyên siyasî ya wê girtîgehê de ye.