90 kedkar li bajarvaniya Îlamê li ser kar hatin derxistin

18:46 - 6 Nîsan 2022

Nûçegihanên girêdayê hikûmetê di nûçeyekê de bas ji derxistina 90 kedkaran li bajarvaniya Îlamê kirine.

Li gor rapora nûçegihaniya “Fars” ew kedkarane tevî çend sal pêşîneya karî û şarezayî li karên xwe, hatine derxistin.

Derxistina wan kedkarana di sala nû a 1401`an de bi bê pakane hîsaba sala derbasbûyî bûye.

Biryara derxistina wan 90 kedkarana li şaredariya Îlamê, li ser biryara “şewra”û  bi hêceta “rêkxistinê” bûye.

Ew 90 kedkare di beşên “qîrtawkirin, tirafîk, mikanîkî, maşînên hilgirtin û veguhastinê” de bûne.

Sala derbasbûyî, “Hesen Behramniya”, di civînekê de, digel nûçegihaniya “Tesnîm”, gotibû ku rêjeya bêkarî ya kedkarên di wê parêzgehê de 23 hezar kes in.