9 welatiyên Kurd bi cezayên nextî hatin cezadan

18:43 - 11 Tebax 2022

“Behmen Yûsifzade, Fireydûn Mûsapûr, Ferhad Mûsapûr, Soran Husênzade, Îman Ebdî, Sîrwan Nûrî, Efşîn Mamehmedî, Siyaweş Eynî û Keyvan Endar”, ji binçavkiriyên meha Befranbara sala 1399`an a Rojî, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê, bi serokatiya dadwer “Mes`ûd Recebî” her yek ji wan bi 6 milyon Tumen cezayê nextî hatin azadkirin.

Ew 9 welatî roja Sêşemî 23`ê Xakelêweyê, bi tohmeta “Piropagende li dijî nizam û endambûn digel yek ji partiyên Kurd” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê, hatibûn dadgehîkirin.

Ew 9 welatî bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” her yek ji wan bi dana 6 milyon Tumen cezayê nextî hatin cezadan û ji tohmeta “endambûn digel yek ji partiyên Kurdî”, bê sûç hatin nasîn.

Li gorî nameya gazîkirinê ku roja Sêşemî 18`ê Gelawêjê, ji rêya sîstema Senayê ji wî welatiyê re gihîştiye, hatiye ku dibê di heyama 10 rojên bê de, bo dana wê pereyî, bi taya 9 a cîbicîkirina cezayê qezayî ya dadgeha giştî û Şoreş a bajarê Urmiyê, bidin nasîn.

“Behmen Yûsifzade, Fireydûn û Ferhad Mûsapûr” xelkê bajarê Rebet a Serdeştê ne, “Soran Husênzade, Îman Ebdî, Sîrwan Nûrî, Efşîn Mamehmedî, Siyaweş Eynî û Keyvan Endar xelkê bajarê Mehabadê ji rêkevta 20`ê Befranbara sala 1399`an a Rojî heta rêkevta 20`ê Rêbendana heman salê, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û bona lêpirsînê bo yek ji girtîgehên Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatibûn veguhastin.

Meha Rêbendana sala 1399`an a Rojî, ew 9 girtî piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûn veguhastin û meha Reşema heman salê bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê, hatibûn azadkirin.