9 çalakvanên sinfî yên mamosteyan bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Seqizê hatin azadkirin

18:40 - 18 Hezîran 2022

Roja Şemî 28ê Cozerdanê, “Tahir Qadirzade, Mihemed Fetahî, Enver Fereczade, Selah Husênî, Husên Mihemedî, Keywan Mihemedî, Xalid Şêxî, Luqman Ellamuradî û Qadir Yesrabî” endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Seqiz û Zîwiye, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê “Seqiz”ê hatine azadkirin.

Ew 9 çalakvanên sinfî bi danîna berimteyê heta dema dadgehîkirinê bi awayekî demkî ji girtîgeha bajarê “Seqiz”ê hatine azadkirin.

Herwisa roja Pêncşemî 26ê Cozerdanê, “Awat Rezewî” çalakvanê sinfî û endamê Encûmena Sinf ya Mamosteyên Kurdistan-Seqiz û Zêwiye, bi wergirtina soznameyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Seqiz”ê hat azadkirin.

Ew 10 çalakvanên sinfî yên mamosteyan di rojên Çarşemî û Pêncşemî 24 û 25ê Cozerdanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.